Ticker

10/recent/ticker-posts

Alîgirên Sadir ber bi Herêma Kesk ve dimeşin

Alîgirên Sadir li Qada Tehrîr a Bexdayê li destpêka Pira Komarê hinek bendên betonê qelibandin û ber bi Herêma Kesk ve meşiyan.


Alîgirên Sadir piştî Pira Komarê hinek bendên betanê derbas kirin, ber bi Pira Herêma Kesk ve ketin rê.

Alîgirên Tevgera Mûqteda El Sadir ji bo li dijî nîşandana serokwezîrtiya Muhammed Şîî El Sûdanî li Qada Tehrîrê kom bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye di çalakiyên alîgirên Sadir a roja Çarşemê hate kirin de, xwepêşander ketin nava Parlementoya Iraqê û namzetiya Muhammed Şîî El Sûdanî ya ji bo serokwezîrtiyê protesto kiribûn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar