Li lutkeyên çiyayên azad nivîs û keskesorên bi bîraninên şehîdan nexş dibe. Beriya 45 salan bû, navê berxwedaniya zarokên rojê li tevahiya cihanê belav bû. Heta naha jî şopên berxwedaniya bê hempa ya ku çiyayên azad ji destê taritiya serdemê rizgar kirî zîndî ne. Di newalên asî de, nivêsên ji destê şehîd û şervanan tên dîtin, berxwedanê zindî dike. Cangoriyên şoreşa Kurdistanê di oxira rizgarkirina gelê en bindest de canê xwe feda kirin û bun fedayê xaka xwe. Yek ji van cangoriyan jî reheval Ehmed Çetin bû.
Birayê wî Elî çetîn waha besa Ehmed dike: 'Eşref her tim di lêgerinek de bû. Ti carî neheqî qebul nedikir û her tim wek rêwiyekî pey heqiqetê baz dida. Ehmed ti carî neçû dibistanê, ji ber ku me wek malbat digot dibistanek ku ne bi ziman û çanda me be, emê nexwînin. Eşref onun tim di nav xwezayê de jiyan dikir. Carna diçû ber pez bi rojan nedahat mal. Xwe bi xwezayê re kiribû yek. Jiyana di nav çar dîwaran de qebûl nedikir. Ji ber wê jî ti carî valatiyê hez nedikir, onun tim xwe bi karekê ve mijul dikir.'
Rêheval Ehmed bi taybetmendiyên xwe yê zîrekî û wirekî her tim ber bi çav bû. Bi rûkenî û henekê xwe ve di dilê her mirovekê de dibû kaniya hêviyê û dibû kenê ser lêvên dayîk û ciwanan. Di nava derdor de bi fedekarî û alîkarîxwaz dahat naskirin. Rêheval Ehmed çendî dixwaze jiyanek baş jiyan bike jî, lê belê ew jiyana heyî ti hêlê de wî têr nadikir. Xewin çibû, rastî çibû, gelo jiyan tenê dikek bi êş û kul bû ango dikek bê hempa bû. Ew jî navda leyîstvanek bû. Pêşe roj û paşe roj çibû, wê biçûya ku, di nav van pirsan de rêwitiya jiyanê dikir lê belê ev jiyan ne bes bû. Divê rêya heqiqetê bidîta.
Birayê wî Elî waha basa tevlîbîna wî ya qadên azad dike: 'Birayê min Ehmed di sala 1988'an de berê xwe da Beytûşebab ê, li wir komek Gerîla dibîne. Bi wêrekî û fedekariya xwe bala hevala notîne ser xwe. Dema heval jere dibêje; 'tu tevlî me nabî?' Ehmed dibeje; 'belê, ezê tevlî biz bibim.' û tevl dibe.
Rêheval Ehmed di 21 saliya xwe de dikeve ser rêya heqîqetê û berê xwe dide qadên azad. Di demek kurt de li qadên azad di hemû hêlan de xwe pêşdixe. Bi wêrektî diçe ser dijmin û ser dikeve. Her tim serkeftinê ji bo xwe dixe yekem rêgezê jiyanê. Di ronahiya çavên xwe de hêviyên azadiyê belavdike. Xwe di hemû hêlan de bi têkoşînê re dixe yek. Belê dem kurt bû, ewrên reş li ser azmanê hişîn girtibû. Xwaza xemgîn bû lê nizanbû ku ev çûyîn di dilê her dayîkekê de hatiye neqşandin, li her zinarekê, wêneyê wî hatiye xêzkirin. Belê dema Elî Çetin bi rondêkên çevên xwe ve besa şihadeta birayê xwe Eşref dikir, êşa dilê wî carek din zindî dibû. 'Eşref di 88'an de dema bi komekê re derbasî Qeşûra dibin, dikevin kemînê û şehîd dikeve. Piştî wî dijmin banê me kir û bi kêfxweşî ji bo me gotin, 'me Ehmed Çetîn kuşt'. Ben ji wah var, kesê ku di rêya heqîqetê de biçe divê bedel jî bide. Ji bo wî çi ji destê me bê emê bikin. Bi vê bersivê ve kêfxwşiya dijmin di qirka wan da hişt. Belê Ehmed di demek kurt de li ser rêya heqîqetê bi wata û bi kêfxweşî jiyan kir.
0 Yorumlar