Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve, hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê ev bang hate kirin; “. Em bang li Herêma Kurdistan, aktivîst, rêxistinên civaka sivîl, hunermend û hemû partiyên ku xwe di xizmeta gelê Kurd de dibînin dikin, divê li erk û berpirsyartiyên xwe derbikeve.”
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve ya di 2’ê Gulanê de, hat şermezarkirin. Bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatê Şehîdan têkildarî binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn daxuyaniyek bi pêşengtiya Meclîsa Îştar hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji endamên Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz axivî.
Çîçek Cengîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser îxaneta PDK’ê ya li himberî siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn û wiha got: “Wek xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi taybet wek jinên wargehê, armanca kombûna me şermezarkirina îxaneta PDK’ê ya bi hevkariya dewleta Tirk ya li himberî pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê û pêşengên tevgera jin e. Em dibînin li seranserî cîhanê bi taybet li her çar parçeyên Kurdistanê şoreşên ku bi destê jinê têne bi rêvebirin û dîroka ku bi destê jina Kurd tê nivîsandin ji her alî ve êriş li ser heye. Li Rojhilatê Kurdistanê, zêdeyî salekê ye şoreşa ku bi şîara Jin Jiyan Azadî ya ku tê meşandin çavkaniya xwe ji xebatên meşandin Netewa Demokratîk a ku li beranberî netewdewletê mohrekî dîrokiye tê meşandin digre. Jinên Kurd yên ku îro li rojavayê Kurdistanê, li Mexmûr û Şengalê di xebatên înşayê de, her wiha yên ku li çiyayên Kurdistanê di tunelan de li himberî dewleta dagirker a Tirk ku himberî hemû cûrên êriş û çekan li ber xwe dide û nahêle dewleta darigker gavekê jî pêşde biçe rû bi rûyê îxaneta PDK’ê tê. Ji bo vê divê demil dest PDK ya ku xizmetê ji AKP-MHP’ê re dike û xebatek neyênî ya ku xizmetê ji gelê Kurd re nake, daye meşandin.
Ev bi temamî ji bo berjewendiyên binemala xwe ya ku ne di xizmeta Başûrê Kurdistanê de xebat dide meşandin, divê ev yek ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin. Bi girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn xwestiye pêşî li berfirehkirina xebatên rêxistinbûyîna jin bigre, xwestine pêşiya îradebûyîna jin ya li seranserî cîhanê bigirin. Bi vê îradeya ku jin bi keda xwe, bi tekoşîna xwe û bi berxwedana Sarayan, hevrîn Xelef û berxwedana bê hempa ya bi sedan şehîdên jin bi çewisînin û bixin zindanê. Lê bila Hikumeta Herêmê bi giştî bi wê ve girêdayî partiya PDK vêya baş bizanibin ne bi kiryarên PDK’ê, ne jî bi kiryarên Hikumeta AKP-MHP ku neyarê jinê ye wê nikaribe îradeya jinê bişkênen. Ji bo vê jî berxwedana ku li Îmralî çiqasî bilind bibe, îlhameke ji bo berxwedana zindanan, îlhameke ji bo tevahî jinan û gelê Kurd yê azadîxwaz, her wiha hemû gelên azadîxwaz yên li cîhanê.”
Endama Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz di dawiya axftinên xwe de da diyarkirin ku bi sereke ji bo Îmralî dem hatiye ku weke jinên Kurd tevahî gelên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ji bo azadiya Rêber Ocalan, ji bo azadiya tevahî girtiyên siyasî û bi taybet jî ji bo jinên Kurd yên ku îro dibinê zindanan de ne, dem hatiye ku azadiya wan were mîsogerkirin ev jî kilîda wan li Îmralî ye û ev bang kir: “Em vê yekê ji dil û can dibêjin heta ku Rêber Apo azad nebe gelê Kurd azad nabe, heta ku Rêber Apo azad nebe jina Kurd, mirovahî, bi taybet Başurê Kurdistanê ji bin destê mala Barzan azad nabe. Ji bo vê jî ya ku ji me tê xwestin belavkirina fikir û îdeolojiya Rêber Apo ye, her wiha xwedîderketina hevalên girtîn e. Em bang li Herêma Kurdistan, aktivîst, rêxistinên civaka sivîl, hunermend û hemû partiyên ku xwe di xizmeta gelê Kurd de dibînin dikin, divê li erk û berpirsyartiyên xwe derbikeve.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar