Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 59 kes bi nexweşiya Kolera ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberê Tenduristiyê ya Bexdayê Quseî Nîmet Hesnawî ji
medyaya Iraqê re axivî û got; “Di nava 24 saetên borî de 59 kes li seranserê
welat bi Kolerayê ketine. Ji vê hejmarê 37 kes li Kerkûkê bi nexweşiyê ketine.”
Li gorî Quseî, heya niha 139 kes bi nexweşiya kolerayê
ketine û 2 kes jî ji ber nexweşiyê mirine.

0 Yorumlar