Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn.
Li Silêmaniyê di Kafiterya Kestane ya li kolana Seholeke teqînek pêk hat. Li gorî gotina xwediyê kafiteryayê teqîn ji ber boriya gazê çêbûye.
Piştî teqînê tîmên agirkujiyê û polîs çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolîna sedema teqînê kirin.
Ji ber teqînê 2 kes birîndar bûn. Birîndar rakirina Nexweşxaneya Lezgîna Silêmaniyê.
Herwiha ji ber teqînê ziyana madî gihîşte kafiteryayê. Di nava kafiteryayê de wêran bûye. Lê hêzên ewlekahiyê rê nedan rojnameger dîmenên di hundirê kafiteryayê de bikêşin.
Ji berî niha jî li heman kolana Silêmaniyê di Kafiterya Lîlî de teqînek pêk hatibû. Wê demê jî sedema teqînê sîstema gazê hatibû destnîşankirin. Ji ber hinek çend birîndar bibûn.



0 Yorumlar