Li Hewlêrê, êrîşeke çekdarî li ser mala endamê polîtburo ya YNK'ê Hacî Mesîf hate kirin. Di êrîşê de parêzvanekî Mesîf birîndar bû.
Sekreterê Hacî Mesîf Kerîm Sermamî ji Rojnewsê re axivî û got, "Doh bi şev saet di 02:10'an kes an jî kesên nenas gule li mala endamê Polîtburo ya YNK'ê Hacî Mesîf reşandin."
Sermamî got, "Ji ber êrîşê parêzvanek birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê."
Sermamî anî ziman ku pirsgirêka Hacî Mesîf bi kesî re nîne û ew ji kesî gumanan nakin.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Kes an jî kesên êrîş kirin jî reviyan.

0 Yorumlar