Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metînayê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Duh êvarî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Sêgirê ku dikeve devera Nihêla ya ser bi navçeya Amediyê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyan balafiran îro carek din Çiyayê Metînayê bombebaran kirine. Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin standin.

0 Yorumlar