Wezîrê Karê Derve yê Îranê ragihand ku ew lî dîjî hemû kiryarên leşkerî ên dijî Suriyeyê ne got; “Çareserî diyalog e.”
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebullayan di daxuyaniyek çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê Suriye Feysel Elmeqdad de axivî.
Husên Emîr got ku ew fikarên Tirkiyeyê yên derbarê mijarên ewlehiyê de têdigihin, lê dijî hemû operasyonên leşkerî ên ku bi daxuyaniyan tên gotinin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr di dewama axaftina xwe de got; “Beriya çend rojan ez li Enqereyê bûm û ez bi berpirsên Tirkiyeyê re axivîm. Min ji wan re got çareserî, diyaloga di navbera berpirsên Suriye û Tirkiyeyê deye.”
Husên herî dawî da zanîn ku ew bi rêya dîplomasî û diyaloga siyasî hewl didin ji bo nakokiyên navbera Tirkiye û Sûriyê de çareser bikin.

0 Yorumlar