Li wargeha penaberan ya Mexmûrê bav, keç û birazî xwe fêrî tembûrê dikin. Salih Ehmed ê ku bi keça xwe re fêrî tembûrê dike got; “Heskirina min dema berê de ji tembûrê re hebû û fêrbûna tembûrê xeyala min bû, lê ji ber şert û merc ne destdayî bû niha nû xwe fêr dikim.”
XURBET TALLÎ - ROJEV
‘Ti karekî bê zehmet nîne’
Salih Ehmed ku li gel keça xwe û biraziya xwe diçin qursa tembûrê wiha qala fêrbûna xwe ya tembûrê kir: “Heskirina min a ji bo tembûrê ji berê de hebû, lê ji ber şert û mercê jiyanê min nekarî xwe fêrî tembûrê bikim. Piştî ku li vêderê qursa tembûrê hat vekirin, min biryar da ku tevlî vê qusê bibim. Ev nêzî du hefteyane qursa tembûrê hatiye vekirin, em heftiyê çar rojan tên qursê û rojên ku em tên qursê jî êvarî demjimêr 18:00’an de destpê dike û em du demjimêran dersê dibînin. Girêdayî tembûrê tiştên ku mamosta fêrî me kirîn, naskirina perde û notayên tembûrê ne. Ji ber ku li mal derfetek wisa nîne ku em bikaribin li mal jî qasî tê xwestin li ser bi xebitî, tenê em dikarin şevê nîv demjimêrê bixebitîn. Heta ku ez baş fêr nebim ezê berdewam bikim. Niha hêjî destpêke tiştekî wisa zehmet nehatiye dayîn, lê pêşketin heye ti karekî bê zehmet jî nîne, ya girîng ked e, encex kedek were dayîn ku mirov bikaribe bigihije armancek baş. Armanca min a ji bo pêşerojê ewe ku dema ez baş fêrbûm, dixwazim di Koma Penaber de yan jî di rojên pîrozbahiyên taybet de cih bigrim. Di dîroka Kurdistanê de tembûr amûrekî pir kevine û cihekî xwe yê taybet jî heye, belkî mirov her tim nikaribe êş, azar û kêfxweşiyên xwe bîne ziman, lê mirov dikare van hestên xwe bi rêya lêdana tembûrê bîne ziman. Her wiha ji bo ev çanda tembûrê tine nebe, pêwîste her tim zindî bê hiştin.”
‘Temenê fêrbûnê nîne’
Salih di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser keça xwe Zozan ku ew jî xwe fêrî tembûrê dike û wiha pêde çû: “Ez her sal keça xwe dişînim qursekê ji bo ku pêşbikeve. Beriya niha jî di folklora zarokan de cih digirt û niha jî ji ber ku dibistan di bêhndanê de ye, em bi hevre diçin qursa tembûrê. Ji bo pêşeroja Zozanê tişta ku dikeve ser milê min, ezê pêkbînim.
Salih Ehmed herî dawî ev tişt got: “Ez sipasiya Kevana Zêrîn û mamostayê xwe dikin ku derfetek wisa daye me. Mamostayê me ji bo her xwendevanekê bêyî ferq û cudahî nêz dibe, em dibînin hewldanên wî hemû ji bo fêkirina tembûrê ye û em hîvîdarin ku wê encamên baş jî werin girtin.”

0 Yorumlar