Dayîkên wargeha Mexmûrê banga xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Tecrîda tê meşandin ne tenê li ser Rêbertî, li ser tevahî mirvahiyê ye, emê bi fikir û felsefeya Rêbertî tecrîdê bişkînin. Wê dijmin nekaribe me û Rêber Apo ji hev qut bike.”
Jiyan Pîran - Rojev
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, dewleta Tirk bi ti awayî nahêla parêzer û malbat biçin Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêkbînin. Derbarê tecrîda girankirî de dayîkên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Fikir û felsefeya Rêbertî di dil û mejiyê me de ye’
Destpêkê
Rehîm Mijînî balkêşa ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û wiha got:
“24 salin Rêbertiya me di nava tecrîdek girankirî de ye, her ku diçe ev tecrîd
giratir dibe. Gel û gerîla ti caran gav paşde ne avêtiye, wê ji niha û şûnde jî
gav paşde ne avêje. Dewleta Tirk a faşîst dibêjin; ‘Em dengê Rêbertî ji gel qut
bikin, jixwe wê gel bixwe tinebibin.’ Lê xwe dixapinin, ji ber ku fikir û
felsefeya Rêbertî di dil û mejiyê me de ye û bûye rista jiyana me. Em li kûderê
bin bila bibin û çiqasî tecrîdê girantir jî bikin, emê bi vê felsefeyê bi serbikevin.
Fikir û felsefeya Rêbertî li cîhanê belavbûye îro ne tenê Kurd, gelek netew û
kesên zana li ser şopa wî dimeşin. Wê ti carî nikaribe me ji Rêberê me qut
bikin, em ti carî ji hev qut nabin. Tişta bikeve ser milê me wek dayîk emê bê
dudilî pêk bînin. Çiqas dijminê me, me bi êşîne jî wek dayîkên Mexmûrê heta em
negihin armanc û hedefa xwe, Rêbertî bi fizîkî azad nekin em dest ji têkoşîna
xwe bernadin. Tecrîda tê meşandin ne tenê li ser Rêbertî ye, li ser hemû
mirovahî, welatparêz û yên ku dibêjin em mafê mirovan di parêzin tê meşandin.
Bila ti caran Rêbertî wek kesayetek tenê negirin dest, tecrîd kirina Rêbertî
tecrîd kirina fikr û ramanê me ye. Ji ber wê jî çi dibe bila bibe em, bedelê wê
çibe jî emê wê tecrîdê bişkînin.”
‘Ti şoreş mîna felsefeya Rêbertî bi bandor nebûye’
Rehîm
diyar kir ku wê bi felsefeya Rêbertî teqez bi serbikevin û wiha dawî li
axaftina xwe anî: “Heta ku em Serokatî bi fîzîkî azad nekin, wê jiyan ji me re
heram be. Dewleta Tirk dibêje; ‘Gerîla komeke, emê xilas bikin’ lê bila baş bizanin
heta dayîkek welatparêz mabe wê nikaribin me xilas bikin. Gelek şoreş û
serhildan di nava gelê Kurd de çêbûn, em rêz ji hemû şoreş û serhildanên Kurdan
re digrin, şehîdên wan serhildanan bi rêzdarî bibîrtînîn. Ji ber ku di demê xwe
de gelek kedên mezin dan, lê gelek ji wan eşîrî û malbatî bûn. Ti şoreş mîna
felsefeya Rêbertî bi bandor nebûye, ji bo wê jî wê teqez bi serbikeve.”
‘Nikare bi bejayî tiştek bike bi hewayî êrişê gerîlayan dike’
Rûxweş
Efrîn jî da zanîn ku ew wek dayîkek ya Wargeha Mexmûrê tecrîda li ser Rêbertî
şermezar dike û wiha peyîvî: “Ev 24 salin Rêbertiya me di zindanê de ye û ev
demek dirêje me ti agahî jê negirtiye. Nahêlin ne parêzer ne jî malbat pêre
hevdîtin bikin. Dewleta Tirk bi hovane êrişê çiyayan dike û hemû çiyayên
Kurdistanê bombebaran dike. Ji ber ku nikare bi bejayî tiştek bike, bi hewayî
êrişê gerîlayan dike. Ez bang li gelê Kurd dikim xwedî li xwe û şehîdên xwe
derbikevin. Bi taybetî ez bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku pêwîste xwedî
li şehîd û şervanên xwe derbikevin. Em wek dayîk tişta ku bikeve li ser milê
me, emê bi dilxwazî pêkbînin. Pêwîste em wek gel xwedî li Rêbertiya xwe
derkevin. Ji bo ku agahiyek ji Rêbertiya me bê girtin, çi ji me bê xwestin emê
pêkbînin”

0 Yorumlar