Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîdên komkujiya 9’ê Çile ya li Parîsê hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi semînrekê şehîdên komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’yan hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’yan semînerek hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Semîner ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Şiyar Erkendî ve hat dayîn.

Şiyar Erkendî di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Em vê komkujiya ku li Parîsê û hemû dagirkerî û xiyaneta heyî şermezar dikin. Hevala Sakîne hemû jiyana xwe di nava şer de derbaz kir, li hemberî vana hemûyan bû mîmarê wêrekiyê û li berxwe da ji ber vê yekê jî her tim di hedefa dijmin de bû. Heval Sakîne li hemberî dijmin ticarî serî netewand, bi vê wêrekiya xwe hêz da tevahîjinên şoreşger yên Kurdistan û cîhanê. Wek heval hemû jî dizanin li Dêrika Çiyayê Mazî, li Misêrbînê kesekê ne diwêra li cenazeyê xwe xwedî derbikeve, lê bi saya heval Sakîne hemû kes û hemû dayîkên şehîdan, jinên şoreşger şiyar bû. Raperîna Nisêrbînê bi berxwedana Sakîne xwedî li şehîdan hat derketin. Dema du leşkerên Tirk diçû gundekê hemû gundî komdikir tişta ku dixwest li wan dikir, her wiha dema diketin nava malan, mal ser û bin dikrin kesekê nediwêra gotinekê jî bike. Lê qeheremanên wek heval Sakîne ev tirs şikandin, li Zindana Amedê li beranberî Esat Oktay de dîmdîk rawestiya û tif kir rûyê wî. Ew tifa ku li rûyê wî dayî bû mohra berxwedanê û şikandina dagirkeriyê.”

Piştî axaftina Şiyar Erkendî semîner bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar