Ticker

10/recent/ticker-posts

Beriya 8 salan DAIŞ li Mexmûrê hat şikandin

Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê re 8 sal derbazbû. Bi berxwedan û têkoşîna Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya wargehê bi alîkariya gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Star’ê di 10’ê Tebaxê de cara yekem tirs û hêza DAIŞ’ê li Mexmûrê hat şikandin û wargeh ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak got; “Hêza gelê Kurd li Şengal, Rojava û Mexmûrê DAIŞ’ê têkbir, cîhan îro deyndarê Gelê Kurde. Ger hêzên HPG û YJA-Star’ê nehatiban wê DAIŞ’ê ala xwe li Hewlêr, Silêmanî heta li tevayî Başûrê Kurdistanê jî bilindkiriba”

FARQÎN KARA - ROJEV

Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de êrişî Mûsilê kirin û di demek kin de Mûsil dagir kirin. Piştî dagirkirina Mûsilê ku ti hêz li pêşiya xwe nedidîtin, di 3’yê Tebaxê de êrişî Şengalê kirin û li wir jî komkujî pêk anîn. Piştî Şengalê jî di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi armanca komkujî û qirkirinê dijî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişek berfireh dan destpêkirin. Hêzên PDK’ê jî beriya êrîşê hêzên xwe ji herêmê vekişandin.

Wargeh jî bi armanca parastina jin, zarok, kal û ji bo ewlekariyê hat valakirin. Piraniya wan derbasî Ranya û Hewlêrê bûn. Di 7’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê ketin Mexmûrê. Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya wargehê bi alîkariya gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Star’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li berxwedan. Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de ango di 8’ê Tebaxê de Rojnamevan Denîz Firat dema ku berxwedana dihate kirin dişopand şehîd bû.

Piştî berxwedanek bêhempa  ya gerîla û Hêzên Parastina Cewherî di 10’ê Tebaxa 2014’an de Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê jî hat rizgarkirin.

Di 12’yê Îlona 2014’an de gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê û Hêzên Parastina Cewherî yê wargehê ji bo paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora Mexmûrê, berê xwe dan gundewarên derdorê. Di wê pêngavê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha 3 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên bi navê Siyabend Zap, Avesta Harûn Firat û Diyar Şerewî şehîd bûn.

Piştî rizgarkirina wargehê 40 rojan, şêniyên wargehê careke din berê xwe dan Wargehê.

Di 8. salvegera êrişa DAIŞ’ê ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê de Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Budak ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Filîz Budak

‘Ya dixwestin, li Rojava nekarin pêkbînin’

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de destnîşankir ku hêzên hegemon di bin navên cuda de li ser yek armancê hinek hêzên terorîstî yên weke Talîban, El Nusra, El Qaîde, herî dawî jî weke DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn şer dan destpêkirin û wiha got: “Di aliyê olî û îdeolojî de tiştek nema ku li ser civaka Rojhilata Navîn nehatî pêkanîn. Herî dawî di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê di bin navê cîhadê de bi ala reş xistin li ser dîkê û li şuna xwe dan şerkirin. Dixwestin çawa ku wek hêza di 2003’an de li Iraqê, li Afganîstanê piştî wê li Tunus û Lîbyayê pêkaniyî li Suriyê dubare bike. Lê dema ku gihişte Rojavayê Kurdistanê nekarî vê yekê pêkbîne. Ji ber ku bingehê xeta sêyemîn a Rêber Apo li wir hebû. Piştî Rojava berê xwe dan Başûrê Kurdistan û Iraqê. Bi dagirkirina Musilê re şer belavî Iraqê bû. DAIŞ hêzekî wisa bû ku dijminê gelan, wekhevî û xweşiktiyê bû. Bi qasî rengê ala wan a reş, fikir û kiryarên wan jî reş û qirêj bûn. Hem êrişî gel dikirin hem jî dîroka gel talan dikirin.”

‘Armanc dagirkirina Hewlêr, Şengal û Mexmûr bû’

Budak diyarkir ku armanc û daxwaza DAIŞ’ê êrişkirina Hewlêr, Şengal û Mexmûrê bû û wiha domand: “Di 3’ê Tebaxê de Şengal bi qirkirinê re derbazkirin. Li vê derê bazarên qirêj hatin kirin. Şengal di berdêla berjewendiyan de hat firotin. Li Şengalê hem hêzên leşkerî yên Iraqê hem jî hêzên leşkerî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê hebûn. Li gorî tê texmînkirin 12 hezar leşker qaşo ji bo parastina Şengalê hatibûn bi cih kirin. Ji beriya DAIŞ bikeve Şengalê PDK bi awayek hevpeyman ji Şengalê vekişiya. Ev yek diyar dike ku ev gel ji bo komkujiyekê hatibû hiştin. Rêber Apo di sala 2005’an de şiyariya parastina Şengalê dabû. Li ser hinek xakan dîrok xwe dubare dike. 12 siwariyên Derwêşê Evdê li hewara Şengalê hatin û korîdora azadiyê ji xelkê Şengalê re vekirin. Hêzekî Kurd ji Şengalê direve û hêzekî Kurd jî ji bo parastinê ber bi Şengalê ve diçe.  Şengal bi hatina Tevgera Azadiyê re rêxistinbû û xwebûnekî jiyankir. Ew tirs û xofa ku li ser mirovan hatî avakirin bi serketina Tevgera Azadiyê re têkçû. DAIŞ li hemberî Tevgera Azadiyê şkest.”

‘Civaka rêxistinkirî di şexsê Mexmûrê de derket holê’

Filîz Budak di dewama axaftina xwe de  balkişand li ser rêxistinbûyîna xelkê wargeha Mexmûrê û wiha axivî: “Piştî Şengalê berê xwe dan wargeha Penaberan a Mexmûrê. Cudabûna Mexmûrê a ku xwe bi xwe rêvebirina wê, pergala ku bi xwe dayî avakirin, Mexmûr ji komkujiyek mezin xilaskir. Beriya êrişê tedbîr hatin girtin bi awayekî komînal bi rêxistinkirî wargeh hat valekirin, jin û zarok li cihên ewle hatin bi cihkirin. Bi wateyek din civakek rêxistinkirî çawa karî xwe li beramberî hêzek ewqas hovane bi parêze di şexsê civaka Mexmûrê de bi awayek ber bi çav derket holê. Piştî wê yekê îlhama ku ji Pergala Xweseriya Demokratîk a li Mexmûrê hatî girtin destpêkê li Rojava pişt re jî li Şengalê hat avakirin.”

‘Ger Mexmûr ketiba wê Hewlêr jî ketiba’

Her wiha Budak da zanîn ku Hewlêr ji beriya êrişê hatibû berdan û wiha dibêje: “Li ser banga civaka Mexmûr û Şengalê hatina hêzên HPG û YJA-Star’ê ji bo parastina civaka Mexmûr û Şengalê li pêşiya xwesteka dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya Hewlêrê bû mertalek. Ger hêzên HPG û YJA-Star neba wê çeteyên DAIŞ’ê ala xwe li Hewlêr, Silêmanî heta li tevayî Başûrê Kurdistanê jî bilindkiriba. HPG û YJA-Star hêzên parastina gelin û li ser banga gel ji çiyayan daketin qada Mexmûr û Şengalê. Di berxwedanê de gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Bi Mexmûrê re giştî qada derdora Mexmûrê jî hat parastin. Di nava sê rojan de Mexmûr ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û derbeya herî mezin li wir li DAIŞ’ê hat dayîn. Bi 12 siwariyên li Şengalê û bi komek biçûk li Mexmûrê DAIŞ şkestina xwe ya herî mezin jiyankir.”

Hêjayî gotinê ye piştî rizgarkirina wargehê ji destê çeteyên DAIŞ’ê ev yek li herêmê deng veda. Serokê PDK’ê Mesud Barzanî li ser vê yekê bi fermandarên HPC-Mexmûr û HPG’ê re bi rêya hinek rayedaran ket nava têkiliyan. Piştî vê yekê Mesud Barzanî bi xwe jî berê xwe da wargeha Mexmûrê û li gel fermandaRên gerîla û xelkê Mexmûrê runişt.

‘Sozên hatîn dayîn avêtin milekê’

Filîz Budak li ser hatina Mesud Barzanî ya Mexmûrê wiha got: “Mirovperweriya Tevgera Azadiyê, heskirina wî ya ji çandan re û xwesteka parastina wî ya civakê tevayî cîhanê dît. Her wiha mala Barzanî ango PDK’ê jî dît. Mesud Barzanî li ser wê yekê hat Mexmûrê û li pêş çavê raya giştî destxweşî li hêzên HPG û YJA-Starê kir. Barzanî xwest wan xelat bike ku rê li pêşiya DAIŞ’ê girtine. Lê fermandarê wê demê yê herêmê Şehîd Tekoşer helwesta xwe ya welatparêziyê nîşanda û diyarkir ku parastina civaka gelê Kurd erkê wan e. Li wir soz hatin dayîn ku ji bo pêkanîna Kongreya Netewî çi bikeve ser milê wan wê bikiran. Bi hevre şerkirina li dijî çeteyên DAIŞ’ê weke pêngavek ji bo avakirina Neteweya Gelê Kurd hat binavkirin. Mesud Barzani serbilindiya xwe li hember PKK’ê raberkir. Pesnên wiha yên cuda cuda hatin dayîn. Lê mixabin piştî demekê Şehîd Tekoşer ji aliyê îstîxbarata ku ji nava PDK’ê hatî girtin ve hat şehîdxistin. Ev yek jî berdewamkirina îxanetê raxist berçavan. Sozên sala 2014’an dan hatîn dayîn avêtin milekê. Ji bo ku civaka Mexmûrê belavbibe, hêza xwe ya navxweyî, keda xwe ya 28 salan winda bike, li pey hev di sala 2017’an de wargeh ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin û di 2019’an de rêgiriyek li ser wargehê dan avakirin. Kurdên ku Hewlêr parastin, îro ketina wan ya nava Hewlêrê qedexeye. PDK’ê vê yekê ji bo dilê Tirkiyê nemîne û ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj pêkanî.”

‘Gelo Tirkiye tola DAIŞ’ê radike?’

Budak eşkerekir ku hîna jî êrişên DAIŞ’ê li Mexmûr, Şengal û Rojava berdewamin û di domîne: “Her cihê ku DAIŞ ketiyê belavbûn. Lê Mexmûr tevî sê mehan di mizgeft û dibistanan de man, belav nebûn bi awayê komînal jiyan kirin. Li cihekê ku xwedîbûnekê hebe wê li wê veger jî hebe. Rêxistinbûna civaka Mexmûrê giringiya Netewa Demokratîk dide diyarkirin. Êrişên DAIŞ’ê hîna jî berdewamin. Her wiha dewleta Tirk bê navber êrişî Şengal, Rojava û Mexmûrê dike. Gelo dewleta Tirk tola DAIŞ’ê dirake? Êrişkirina van herêma êrişkirina li ser pergala Netewa Demokratîk, fikir û felsefeya Rêbertî û nasnameya Kurdê azade. Kurdê ku duvike weke Mala Barzan, Kurdê ku xwe spartiye dijmin, ji îxanetê wêdetir bûye dijminê qewmê xwe tehlikeyek ji dewleta Tirk re çênake. Lê piştî tepisandina Kurdên azadîxwaz wê dor were wan jî.”

‘Cîhan deydarê Gelê Kurd e’

Budak di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî ya cîhanê kir: “Hêza gelê Kurd li Şengal, Rojava û Mexmûrê DAIŞ’ê têkbir. Rojhilata Navîn ji destê DAIŞ’ê hat rizagarkirin. Cîhan deydarê gelê Kurde. Em bang li civakên ku bi biratiya gelan bawerin dikin ku xwedî li Mexmûr, Şengal û Rojava derbikevin. Hêza PKK’ê ya ku xistine listeya terorê, ji bo ji holê rakirina DAIŞ’ê bi hezaran bedel da. Pêwîste were diyarkirin kî terorîste, kî civakparêze. Daxwaza me ji hêzên cîhanê ewe ku ji bo tunekirina DAIŞ’ê hêzek ji netewên civakan were avakirin. Hêzên ku DAIŞ afirandine, hîna DAIŞ tîmardikin, alîkarî û destxweşiya DAIŞ’ê dikin divê werin darezandin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar