Ticker

10/recent/ticker-posts

Di xwepêşandanên li Bexdayê de birîndar hene

Li Bexda di xwepêşandanên alîgirên Sedr de alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket û 3 kes xwepêşander birîndar bûn.


Li paytexta Bexdayê di saetên sibehê de xwepêşandana alîgirên Muqteda Sadr ên li dijî namzetê Çarçoveya Hemahengiyê yê ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiya Sûdanî destpê kir û hewl dan dikevin herêma Kesk de.

Xwepeşanderan li deriyên cuda yên herêma Kesk hewl didin bikevin herêma Kesk û di navbera xwepêşandan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Ji ber aloziyê 3 xwepêşander birîndar bûn. Li gorî nûçeya malpera Sabrîn rewşa birîndarekê girane.

Ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandanê ev çend roj in hêzên ewlehiyê amadekariyê dikin ku xwepêşander nekevin herêma Kesk. Riyên diçin herêma Kesk bi blokên betonê girtine. Hemû hêzen ewlehiyê di amadebaşiyê de ne.


 

Yorum Gönder

0 Yorumlar