Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê bombebaran kirin.


Duh bi şev balafirên dewleta Tirk a dagirker gundên Belave û Guherzê ya ser bi bajarokê Dêrelok ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, di encama bombebaranê de ziyan gihiştiye malên welatiyan.